Kurdistan
SOHR: Li Îdlibê kustina xelkê sivîl berdewam e
Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrîşên esmanî yên rejîmê de bi kêmî ve 17 sîvîl hatine kuştin.
Berpirsê SOHRê Ramî Abduldrahman da zanîn ku di nav kuştîyan de 5 zarok jî hene. Li gorî agahîyên ku SOHRê belav kirine ji kuştîyan 9 kes di avahiyeke bi êrîşa esmanî hilweşiyaye de jiyana xwe ji dest dane.
SOHR dide zanîn ku roja Duşemê li başûrê Îdlibê zêdetirî 100 êrîşên esmanî hatine lidarxistin.