Soran bûye navendeke mezin a gestiyariyê
PeyamaKurd - Li Soranê amadekariyên ji bo pêşwazîkirina geştiyaran temam bûn. Xwediyê otêlan diyar kirin ku piraniya otêlan ji geştiyaran tije bûne.
Hate ragihandin ku vê havînê, gellek geştyarên naverast û başûrê Iraqê ji bo seyranê hatine navçeyên geştiyariyê yên Mêrgesor, Xelîfan, Sîdekan, Rewanduz û Çomanê yên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê.
Li gorî amaran, di her du rojên destpêkê yên Cejna Qurbanê de zêdetirî 25 hezar geştiyar ji naverast û başûrê Iraqê û bajarên Herêma Kurdistanê, ji bo seyranê hatine navçeyên geştiyarî yên Soranê.
Xwediyê hotêleke Soranê Ebdula Resûl ji K24ê re ragihand, hotêla wî dikare pêşwazî li nêzîkî 200 geştiyaran bike, lê beriya Cejna Qurbanê hemû ode ji aliyê geştiyaran ve hatine dagirtin. Li Soranê ji ber hejmara mezin ya geştyaran ti cih li hotêla wî û hotêlên din nemaye.
Ebdullah Resûl got, hemû pêdiviyên geştiyaran li hotêla wan û hemû hotêlên din ên Soranê hatine dabînkirin. Di eger derketina her rewşek nexwestî de jî, hemû rêkarên ewlehiyê hatine girtin.
Ji aliyekî din, Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hatûçûnê ya Soranê, Muhsin Tehsîn ji K24ê re ragihand ku li gorî plana her çar rojên Cejna Qurbanê, li hemû deverên geştyarî yên Soranê, otomobêlên taybet, polêsên hatûçûnê û tîmên taybet hatine erkdarkirin.
Muhsin Tehsîn da zanîn ku li her navçeyeke geştyariyê, efserek û hejmarek polêsên hatûçûnê ji bo çavdêriya ewlehî û aramiyê li van deveran hatine bicihkirin.
Tehsîn got: "Ger li deverekê qelebalixek çêbibe, tafilê ji geştiyaran re çareseriyên pêwîst têne dabînkirin."