Steven Fagîn: Li Herêma Kurdistanê astî û pêkvejiyan heye
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê cejna sersalê li Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û got, “Civaka Herêma Kurdistanê civakeke firehnetew e û pêkhateyên wê di tebayî û aştiyê de dijîn”.
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin di serdana televizyona K24ê de li ser pirsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê got, ew daxwaz û piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê bide pêkvejiyana aştiyane got; “Em hêvîdar in pêkvejiyan ne tenê li Herêma Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn belav bibe û Hikûmeta Amerîka piştevaniyê li vê yekê dike.”
Fagîn di berdewamê de da zanîn: “DAIŞê Êzidî û Xirîstiyanên deşta Neynewa jenosîd kir û vê yekê jî bandor xiste ser pirsa pêkvejiyanê li Iraqê. Niha Hikûmeta Amerîka dixwaze pêkvejiyan dubare li Iraqê bê avakirin.”