TR KU SO
FB X
Kurdistan

Stoltenberg: Dibe ku ev ser bi salan jî dewam bike

Admin H
Nivîskar
📅 07 nîsan 2022 21:56

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî civîna Wezîrên Derve yên welatên endamên NATOyê derbarê şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê daye destpêkirin de daxuyanî dan.

Jens Stoltenberg got: “Ji bo NATOyê ya girîng ew e ku hevpeyman alîkariyê li Ukraynayê bikin. Wê NATO rasterast beşdarî şer nebe û hevpeymanên NATOyê wê leşkeran neşînîn Ukraynayê. Lê belê em di vê navberê de di gelek mijaran de piştevaniyê li Ukraynayê dikin. Em bi piştevanîkirina hêzên deryayî û asmanî yên Ukraynayê hêzê didin Ukraynayê.”

Stoltenberg da zanîn ku wê di maweya vî şerî de gelê Ukraynayê zirareke mezin bibîne û got: "Dibe ku ev şer bi mehan heta bi salan jî dewam bike. Ji ber wê jî divê em xwe zêdetir amade bikin.”

Parve bike: