Kurdistan
Sunniyan careke din xwe li Serok Barzanî girt
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê civiyan di civînê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.
Îro li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasê ya Iraqê û derencamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê de gotûbêj kirin û ronahî jî xistin ser qonaxa piştî hilbijartinê û hevkêşeyên siyasî yên nû, herwiha pêşeroja pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de.
Rewşa Sunniyan wek demên berê xerabtir dibe û di vê hilbijartinê de jî dengekî kêm stendin loma jî dixwazin digel Kurdan hereket bikin.