TR KU SO
FB X
Kurdistan

Supasalarê Pêsmerge: PKKê teqe li amûrên serbazî yên Pêsmergeyê Zêrevanî kir

Admin L
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2021 18:01

PeyamaKurd –  Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Êmînkî diyar kir, îro li xaleke Pêşmergeyê Zêrevanî ya li çiyayê Metîna yê li devera Amêdî, di saet 8:30ê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqe li amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî kir.

Li gor Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Êmînkî daye zanîn: “Di teqekirina îro ya PKKê de ji bo amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî, ti ziyaneke giyanî nebûye, Pêşmerge jî bersiva teqekirinê daye.”

Cemal Mihemed Êmînkî herwiha destnîşan kir: “PKK peyama Serok Barzanî ya heramkirina şerê birakujiyê weke derfet dibîne û car caran gefê dixwin û şer difiroşin Pêşmerge.”

Parve bike: