Kurdistan
Tabeleya Partiya Komunîst a ‘Kurdistan’ hat daxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Daqûqê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, tabeleya ser avahiya Partiya Komunîst a Kurdistanê ji ber hebûna, peyva ‘Kurdistan’ hatiye daxistin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, roja pêncşema borî ji nû ve nivîsgeha xwe ya Daqûqê vekiribû.
Berpirsê Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê Şêx Sadiq ji K24ê re ragihand, “16ê Cotmeha 2017an nivîsgeha partiya me ya Daqûkê hat girtin. 20ê vê mehê dîsa hat vekirin û me lewheya ku li ser Partiya Komunîst a Kurdistanê – Iraq dinivîsî li ser danî.”
Sadiq da xuyakirin ku şeva borî hêzên asayîşê ji hevalên wan re gotine, peyva Kurdistanê qedexe ye ku ew li ser partiya xwe deynin û vê sibehê jî hatine ew lewhe daxistine.