TR KU SO
FB X
Kurdistan

Talabanî: Heyetekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Admin M
Nivîskar
📅 22 mijdar 2019 03:42

PeyamaKurd- Cîgirê serokê hukumeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku dê heyetekî hukumeta herêma Kurdistanê bo pêşdebirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dê seredana Bexdayê bike. Talabanî got ku dayîna mehaneyên fermanberan wê dewam bike û bo dayîna wan ti astengî tine ye. Hukumet di sala 2019an de her meh mehaneya fermanberan daye û wê yên sala pêşiya me jî bide.

Berê jî serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê kiribû. Bi çûna vê heyetê re, wê li ser budçeya sala 2020an, guherandina destûra Iraqê, pirsgirêkên asayîşê bi hukumeta Bexdayê re gotûbêj bikin.

Parve bike: