TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tankereke sotemeniyê li keriyekî pez qewimî: 70 mîh mirar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 15 mijdar 2022 15:29

PeyamaKurd – Li navçeya Heskîfê ya ser bi parêzgeha Batmana Bakurê Kurdsitanê ve tankereke sotemeniyê li keriyekî pez qewimî û di encamê de 70 mîh mirar bûn.

Li gor zanyariyan, tankêra ji Mêrdînê diçû Batmanê û barê wê sotemenî bû, di saetên şevê de li navçeya Heskîfê li keriyê pezê ku ji zozanan vedigeriya deştê xist.

Herwiha hat eşkerekirin, di encama bûyerê de 70 mîh  mirar bûn.

Parve bike: