Tariq Ehmed: Di hemû dezgehên Wezareta Navxwe de guherîn tê kirin
PeyamaKurd - Rêvebirê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê Tariq Ehmed ragihand ku Wezareta Navxwe ya Kurdistanê guhertin di nav hemû dezgehên wezaretê daye destpêkirin.
Di merasîma ku Rêvebirê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên Soran tê de amade bûn, guhertin di çend postên Wezareta Navxwede hatin kirin.
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê Tariq Ehmed di merasîmê de axivî û got, ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê, aktîfkirina dezgehan û xizmeta welatiyan, Wezareta Navxwe guhertinê li hemû dezgehan dike.
Ehmed wiha axivî: "Berî niha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed gotibû, wê guhertin li ser hemû postên Wezareta Navxwe bê kirin, hem li navenda polîsan û heta Rêveberiya Giştî. Niha jî guhertinan dest pê kirine û dê berdewam bin"
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê di merasîmê de spasiya hemû rêvebir û efserên ku di dezgehên wezareta navxweyî de kar kirine kir.