TR KU SO
FB X
Kurdistan

TAYBET | Hemû amarên kustî, rizgarkirî û revandiyên Kurdên Êzidî...

Admin H
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2018 23:15

PeyamaKurd - Li gor amarên giştî yên Ofîsa Rizgarî û Revandiyên Êzidiyan ku navenda wê li Duhokê ye, hîn zêdetirî 3 hezar Kurdên Êzidî yan di destê DAIŞê de ne, yan jî li benda rizgarkirinê ne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha aqûbeta 3 hezar û 84 Kurdên Êzidî nayê zanîn û ti amarên derbarê jiyan û mirina wan de li ber destê wan tune ne.

Ofîsê ev amar derbarê Kurdên Êzidî de belav kirin:

Hejmara giştî ya Kurdên Êzidî li Iraqê: 550 hezar

Kurdên Êzidî yên koçber bûne: 360 hezar

Yên ku di êrîşan de can dane: Hezar û 293

Zarokên êzidî yê bavê wan hatine kuştin: 759

Zarokên êzidî yên diyên wan hatine kuştin: 407

Hejmara zarokên bê dê û bav mane: 259

Zarokên di destê DAIŞê de ne: 220

Hejmara gorên bikom ên hatine vekirin: 69

Hejmara cihên pîroz ên DAIŞê teqandine: 68

Êzidiyên koçî Ewropayê kirin: 90 hezar

Hejmara Kurdên Êzidî yên hatine rizgarkirin: 3 hezar 333

Hejmara êzidiyên di destê DAIŞê de ne: 3 hezar 84

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi êrîş û dagirkeriya 3yê Tebaxa 2014an a terorîstên DAIŞê re, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatibûn revandin û bi hezaran jî hatibûn qetilkirin.

Parve bike: