Kurdistan
Televizyona dewletê ya Sûriyê: Artêsa Sûriye kete Minbicê
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Sûriyê, yekîneyên artêşa Sûriye(SAA) ketin Minbicê.
Li gorî nûçeya televizyona Ikhbariya ya Sûriyê, yekîneyên artêşa Sûriye ketin bajarê Minbicê. Di nûçeyê de dîmenên artêşê û gelen ku pêşwazî li artêş dike, hatin belavkirin.
Li gorî Spûtnîka rûsî, leşkerên amerîkî û frensî ji Minbicê vekişiyan. Amerîkaya ku 3 baregehên wê li herêmê bûn di dema vekişînê de bi leşkerên artêşa Sûriyê re rastî hev hatin.
Heya niha Amerîka ji Tebqa, Ayn Îsa, Minbic, Resulayn, Til Temir û Girêspî vekişiyaye.