Kurdistan
Tendirustiyê Dihokê: Rewsa 7 nexwesên koronayê bas e
PeyamaKurd - Berpirsê Ragehandina Rêveberiya Giştî yê Tendirustiya Dihokê Hemze Rezikî aşkere kir 7 nexweşên Koronayê li Dihokê hene û rewşa wan jî gelekî baş e û tedawiya wan a pizîşkî dewam dike.
Îro roja çarşemê (27.05.2020) Hemze Rezikî aşkere kir rewşa wan kesên di nava nexweşxaneyê de ne û têne tedawîkirin baş e.
Hemze Rezikî got: “Ji destpêkê heta niha li parêzgeha Dihokê 29 kes bi koronayê ketine ji wan jî 19 nexweş bi temamî baş bûne. Niha di nava nexweşxanê de 7 nexweş mane û têne dermankirin. “
Rezikî her wihade aşkere kir heta niha 15 hezar û 781 pişknînin bo kesên gumanlêkiriyên koronayê hatine kirin.