TR KU SO
FB X
Kurdistan

Termê Engîn Eroglu pistî 19 rojan hat dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2019 20:11

PeyamaKurd - Termê Engin Erogluyê ku 15ê Hezîranê li gundê Yaylagun a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê otobûsê lêdabû û ji wê rojê ve di encama lêgerînan de nehatibû dîtin, îro hat dîtin.

Li gundê Yaylagunu yê girêdayî navçeya Pulur a Dersimê Engîn Eroglu (28 salî) ku pezê xwe diçêrand, piştî otobûsê lêdabû winda bûbû û ji wê rojê heta îro li Çemê Munzurê xebatên lêgerîna wî berdewam dikirin.

— Türkan Güneri (@guneri_turkan) July 3, 2019

Termê Engin Eroglu ku 19 roj in winda bû, ji aliyê tîma Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatan a Serowezîriyê (AFAD) ve hat dîtin.

Hat ragihandin ku tîma AFADê cenazeyê Eroglu 8 kîlometre dûrî cihê bûyerê li nêzîkî herêma Torunobayê dîtiye.

Parve bike: