TR KU SO
FB X
Kurdistan

Terorîstên DAISê careke din êrîs kirin: 4 kustî û 7 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2020 13:30

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê piştî êrîşa doh a li Selahedînê ku 10 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin, şevê din car din êrîş kir.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê ragihand, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî ser binkeya polîsan li bajarokê Ebare yê li parêzgeha Diyalayê kirine û di encama êrîşê de, 3 polîs û kesekî sivîl hatin kuştin û 2 polîs û 5 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Parlemanterê Iraqê ji parêzgeha Diyale Humam Temîmî daxwaz ji fermandarên serbazî yên li Bexdayê kir, hêzên zêdetir bişînin sînorê parêzgeha Diyaleyê.

Di êrîşa doh ya DAIŞê ku bi ser navçeya Mikêşîfê li parêzgeha Selahedînê pêk anîbû de jî 10 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştibûn û 4 jî birîndar kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, liv û tevgera DAIŞê bi taybet piştî belavbûna vîrusa koronayê hatiye asteke metirsîdar ku berdewam êrîşên xwe didomînin.

Parve bike: