TR KU SO
FB X
Kurdistan

Terorîstên DAISê êrîsî cotkarên Kurd kir: Bav û 3 bira hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 04 hezîran 2020 19:08

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li devera Gulale ya Xaneqînê 3 cotkarên Kurd ku birayên hev bûn kuştin. Piştre hat ragihandin ku bavê wan jî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan terorîstên DAIŞê îro li gundê Îslah yê Gulale êrîşî komek cotkar kir û cotkaran jî bersiva êrîşê dan.

Berpirsê polîsê Diyale Nîhat Mihemed ragihand ku di wê êrîşê de 3 kes hatin kuştin ku her sê jî birayên hev bûn, bavê wan jî giran birîndar bû. Piştî demekê hat ragihandin ku bavê wan cotkaran jî can daye.

Terorîstên DAIŞê piştî vê êrîşê reviyane ku hêzên ewlehiyê li pey wan operasyon dane destpêkirin.

Parve bike: