Terorîstên DAISê ji ber operasyona Pêsmerge reviyan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro danê sibê li sînorê Germiyan operasyonek li dijî terorîstên DAIŞê pêk anîne û rûbirûyî hev bûne.
Li gorî nûçeya Rûdawê Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Germiyan Qareman Kemal ragihand ku îro Yekşemê 9ê Sibatê li herêma Germiyan û derdora wê operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê hatiye kirin û got: “Operasyon li ser daxwaza xelkê navçeyê hatiye kirin.”
Qareman Kemal daye zanîn ku Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de rûbirûyê terorîstên DAIŞê bûne, lê DAIŞî cihê xwe hiştine û reviyane.
Qareman Kemal diyar kiriye ku bombeyeke berê hatiye vedan dema operasyonê teqiya ye û di encama wê teqînê de pêşmergeyekî ser bi yekîneyên 70êmîn ve birîndar bûye, lê metirsî li ser jiyana wî nîne.
Li gorî daxuyaniyên Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Germiyanê, liv û tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyê zêde bûye û ew operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hatiye kirin.