Kurdistan
Terorîstên DAISê xwe li ber çemê Dicleyê vedisêrin û bi sev êrîs dikin
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li Mûsilê Elî Milhim got, terorîstên DAIŞê xwe li ber çemê Dicle vedişêrin û Heşda Şeibî jî tiştekî nake.
Berpirsê PDKê yê Mûsilê, Elî Milhim ji BasNewsê re daye xuyakirin, terorîstên DAIŞê xwe li ber çemê Dicle û li nav gîha û qamîşan vedişêrin û êrîşî gund û deverên derdorê dikin û dîsa vedigerin cihê xwe.
Elî Milhim got, berî du rojan terorîstan êrîşî gundê Ginhos kirin û jinek kuştin. Ew gund di bin çavdêriya Heşda Şeibî de ye lê hêzên Heşda Şeibî tiştekî nakin.
Berpirsê PDKê diyar kir, metirsiyek mezin li ser gundên wê deverê heye û got, heger rewş wisa bidome ew gund dê bên valakirin.