TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tevgera Goran îro kongra xwe li Silêmaniyê dike

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2026 13:26

PeyamaKurd – Tevgera Goran ya li Herêma Kurdistanê îro dest bi kongra xwe dike. Li ser daxwaza Goranê Desteya bilind ya hilbijartina Iraqê Dana Ahmed Mecid tevlî kongreya giştî hat kirin. Kongre ya awarteye û li Silêmaniyê ye. Dibe ku Mecid tevlî kongreyê bikin û paşî wî birin koordînatorê giştî.

Sedema kongra awarte ewe k udi nava partiyê de baskên cuda hene û dê fikren xwe di kongrê de niqaş bikin.

Goran ,seredana xwe kiribû da kongra xwe ya awarte li gor yasayan bike. Berpirsê Goran yê bajarê Helebçe Rêbend Ahmed bo Rûdawê gotiye:

“Li gor biryara me, li ser daxwaza me, kongre dê li taxa Kurdsatê li baregeha me bêkirin. Kongra me wê di wexta diyarkirî de bêkirin. Kongre herî kêm dê bi 251 delegeyan bibe.”

Parve bike: