TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tevî hisyariyên Kosret Resûl jî rêveberiya YNKê car din civiya

📅 12 sibat 2020 18:04

PeyamaKurd – Her çend serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNKê daxwaza ragirtina civînên encûmena giştî ya rêveberiya partiyê kir jî, lê civîna encûmenê berdewam e.

Şeva borî serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî di nameyekî de daxwaz ji encûmena giştî ya rêveberiya partiyê kir, civînê ragire û hişyariya xirabtirbûna rewşa partiyê da.

Li gel wê nameyê jî îro Çarşemê (12.02.2020) berî nîvro car din civîna rêveberiya partiyê dest pê kir.

Parve bike: