TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tevliheviya YNKê dê pistî hilbijartinê jî bidome

📅 07 gulan 2018 23:59

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî hilbijartina Iraqê ya parlamenteriyê here kongreyê.

Saman Germiyaniyê rêveberê YNKê, diyar kir ku pirsgirêkên di nava YNKê de encex bi kongreyekê çareser bibin.

Germiyanî got piştî hilbijartinê dê konseya rêveberiyê bicive û li ser tarîxa kongreya 4em biryarê bide.

Li ser bajêr jî anî ziman ku bo YNKê ne muhîm e kongre li kîjan bajarî tê kirin.

Parve bike: