TR KU SO
FB X
Kurdistan

THY, Pegasus û Qatar Airways dest bi seferên Hewlêrê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2026 19:08

PeyamaKurd - Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand ku di meha Gulanê de, balafirên Turkish Airlines, Pegasus û Qatar Airways geştên xwe ji bo Kurdistanê nû dikin.

Ehmed Hoşyar got: "Her du hêlên asmanî yên Tirkiyeyê, Turkish Airlines û Pegasus, roja 8ê Gulana 2026ê dest bi geştên xwe yên asmanî ji bo Balafirgeha Hewlêrê dikin."

Seferên Qatar Airways jî dest pê dikin

Hoşyar da zanîn ku kompaniya Qatar Airways jî amadekariyên xwe temam kirine û biryar e roja 10ê Gulana 2026ê dest bi seferên xwe yên asmanî ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bike.

Hêjayî gotinê ye, destpêkirina geştên van sê hêlên asmanî dê bandoreke zêde li kerta geştiyarî û bazirganî ya Herêma Kurdistanê bike. Herwiha ev pêngav dê hêsankariyeke mezin ji bo wan geştiyarên ku bi rêya Balafirgeha Hewlêrê geştên xwe yên derveyî welat dikin bike.

Parve bike: