TR KU SO
FB X
Kurdistan

Til Rifet hat topbaran kirin: Piranîya wan zarok 9 sivîl hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 02 berfanbar 2019 21:48

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê navçeya Til Rifat a Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine û di encama wê topbaranê de, zarok jî di nav de 9 kes hatine kuştin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, di encama topbaranê de, 9 sivîlan can daye û herî kêm jî 10 kes birîndar bûne ku tê gotin, piraniya wan zarok bûne armanca êrîşa topbaranê.

Til Rifat girêdayî navçeya Şehba ya Efrînê ye û di bin kontrola hêzên Kurdî de ye ku gelek caran rûbirûyî êrîşan dibe.

Hat zanîn ku kuştî û birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Parve bike: