Kurdistan
Tîmên tenduristiyê mudaxeleyê qezayê dikirin û otomobîlekî li wan xist: 4 birîndar
PeyamaKurd – Li Bajarê Maraşê li ser rêya hawirdorê ya Rojava, seet di 03,45an de qezayekî qewimî û tîmên tendursitiyê li ciyê qezayê mudaxeleyê birîndaran dikirin. Lê otomobîla ku Ü.G dajot, dem adi ciyê qezayê de derbas dibû, li tîmên tenduristiyê xist û di lêdanê de xebatkarên tenduristiyê S.Ç., M.M.Y., H.A. û S.A. birîndar bûn.
Hat gotin ku rewşa S.Ç. baş nîne lê yên dinan başin. Jina ajotvan piştî îfadên wê sitendin wê serbest berdan. Li ser qezayan lêpirsîn dewam dike.