TR KU SO
FB X
Kurdistan

TIR ê li traktorê xist û ajotvanê traktorê mir

Admin M
Nivîskar
📅 14 mijdar 2021 04:08

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Doğanşehrê TIR ekî li traktorekî xist û ajotvanê traktorê yê bi navê Celal Karakış (61) jiyana xwe ji dest da. Qeza ber destê êvarê li taxa Çixlixê çêbû.

Kesên qezayê dîtin xeberê dan ciyên pêwendîdar û tîmên tenduristiyê dema gihan ciyê bûyerê dîtin ku ajotvanê traktorê jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo otopsiyê cenazê Celal Karakış birin morga Tib a Edlî. Ajotvanê TIR ê xistin bin çav.

Parve bike: