TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye 6 gundên sînorê Zaxoyê bombebaran kir

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 12:33

PeyamaKurd Balafirên şer yên Tirkiye, do bi şev li sînorên Zaxoyê dest bi bomberan û topbaranan kir.

Peyamnerê Rûdawê yê li Zaxoyê Yûsif Mûsa ragihand ku, balafirên Tirkiyê  do şev dest bi bombebarankirina navçeyên sînorî yên vê qezayê kirine.

Rêveberê Nahiyeya Batîfa ya ser bi Zaxo ve jî ji Rûdawê re ragihand, şeş gundên Heftenîn, Geliyê Pisaxa, Dişîş, Minînê, Nizdûr û Pîrbilla ji aliyê balafirên Tirkiyê ve bi dijwarî tên bombebarankirin.

Li gor ragihandinên Rêveberê Nahiyeya Batîfayê li hin deveran de jî di navbera gerîllayên PKKê û hêzên arteşa Tirkiyê de şer derketiye.

Li gor zanyarîyên ji Rêveberê Nahiyeya Batîfayê, ti zerarên canî çênebûye.

Parve bike: