TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiyê bi SÎHAyan Kampa Mexmûrê bombe kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 17:47

PeyamaKurd –  Hat ragihandin ku îro 5ê Tîrmehê danê nîvro, Kampa Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balafirên bêmirov ên Tirkiyê (SÎHA) ve hat bombe kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li nêzîkî bajarokê Mexmûrê yê Herêma Kurdistanê ji aliyê balafirên bêmirov ve hatiye bombe kirin û ziyan li ser cihê bûye armanca bombeyan çêbûye ku xelkê sivîl li wê deverê dimînin.

Derbarê ziyanên canî û madî yên bombebaranê de hîn ti agahiyên piştrastkirî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî balafirên Tirkiyê bi hinceta ku PKK wê derê wekî kampeke leşkerî bikar tîne, kampa Mexmûrê hatibû bombebaran kirin û hejmarek xelkê sivîl jî di wan êrîşan de hatibûn kuştin û birîndar kirin.

Parve bike: