Kurdistan
Tirkiye bi SIHAyê li avahiyekî gundê Amûdê yê li Hatmê xist
PeyamaKurd – Li gor ragihandina K24ê; artêşa Tirkiyê bi SİHAyê li bajarê Qamîşlo, li ser rêya Amûdê li gundê Hatmê li avahiyekî xistiye. Piştî wê jî SİHAyên Tirkiyê li Heyva Sor ya Kurdan xistiye ku nêzî avahiyê bû ye.
Tê gotin ku ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê birîndar hene lê di derbarê jimar û encama êrîşê de ti agahî nehat dayîn.
Ji serê salê heya niha 76 care ku artêşa Tirkiyê li hedefên Rêvebiriya Xweser ya Rojava an HSDê dixin.