Tirkiye dixwaze milîsên “Sultan Mûrad” tesfiye bike
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê, piştî ku ji ber milîsên “Sultan Mûrad” ket lîsteya çekdarkirina zarokan, hewl dide dawiyê li wan milîsan bîne.
Li gor Afripostê ku çavkaniyê ji nava çekdaran li Efrînê diyar kiriye, Tirkiyê sermilîsên “Sultan Mûrad” agahdar kirine ku hemû çekdarên milîsan derbasî Afganistanê bikin, da ku li wir bidin kuştin û tesfiyekirin.
Çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” çend hezar in û piraniya wan Turkmenên ji gundewarê Heleb ê rojava û Idlibê ne.
Li gor dezgehên ragihandinê û malperên nûçeyan destnîşan kirin, desthilatên dagirkeriya Tirkî hewl dide çekdarên Sûrî bi misyona parastina balafirxaneya “Kabûlê” ya navdewletî derbasî Afganistanê bike. Dezgehên ragihandinê diyar kirin, wê derdora 2000 çekdar wek yekem car biçin Afganistanê û milîsên “Sultan Mûrad” wê di koma yekem de cî bigirin. Ev gav wê piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji wir di Îlona bê de pêk were.