Tirkiye: 'Herêma Ewle' ya bi dirêjiya 145 km û kûrahiya 30 km hat pêkanîn
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî daxuyaniyên Rûsyayê yên ku gotibû, YPG vekişiyaye û Rûsyayê hemû sozên rêkeftinê bicih anîne li ser herêma ewle daxuyanî da.
Akar got ku bi dirêjahiya 145 km û kûrahiya 30 km Herêma Ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn.
Hulusi Akar da xuyakirin ku her çiqas li hundir hinek bermayî mabin jî bi giştî herêma operasyonê hatiye paqijkirin û got, ew bersivê didin êrîşên ji rojhilat û rojavayê herêma operasyonê têne kirin.
Wezîrê Tirk bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li ser Rojavayê Kurdistanê red kir û got: “Me ti çekên kîmyayî yan teqemeniyên ku bi peymanên navdewletî hatine qedexekirin, bikar neanîne.”
Akar ragihand ku di çarçoveya operasyonê de, herêmeke bi rûberê 4300 kîlometre çargoşe û 600 cihên niştecihbûnê hatine kontrolkirin û li ser rêya M-4 jî xalên pişkinînê hatine danîn.
Akar îdîa kir ku di êrîşên wan ên ji 9ê Cotmehê ve dest pê kirine ve, heta niha nêzîkî 1200 şervanên HSDê hatine kuştin.