Tirkiye | Ji ber Kurdî û Kurdbûna xwe hat kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya navçeya Hendek a Tirkiyê, bav û kurê xwe yekşema borî bi sedema ku bi kurdî peyivîbûn rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn.
Bavê bi navê Kadir Sakçi (43 salî) ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Kurê wî yê 16 salî Burhan Sakçi jî hîn li nexweşxanê tê dermankirin.
Çîroka êrîşa ser bav û kurên ji bajarê Mûşê wiha ye:
Kadir Sakçi dema ku çûye kurê xwe Burhan ji berber werîne, kesekî bi navê Hikmet Usta (55 salî) û hevalên xwe nêzîkî wan bûne û rê li ber wan girtine.
Dema ku dîtine bi Kurdî diaxivin, êrîşkaran ji wan pirsiye; Hûn Kurd in, yan Sûriyeyî ne? û piştî bersiva ‘erê em kurd in’ demançe derxistine û gule bi ser wan de reşandine.
Hat ragihandin ku êrîşkar Hikmet Usta li bajarê Bursayê hatiye destgîrkirin û ji polîsan re gotiye, ‘Tiştek nayê bîra min, ez serxweş bûm.”