TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye | ‘Ji bo operasyonê hemû amadekarî hatin kirin’

Admin S
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2018 14:55

PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay, dema hevdîtinên budçeya 2019an a Tirkiyê, li parlamentoyê axaftinek kir û derbarê operasyoneke li dijî Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.

Oktay got, wan hemû amadekariyên xwe bo êrîşeke ser herêmên Rojhilatê Firatê yên jêr kontrola hêzên Kurdî kirine û mebesta wan ‘parçekirina korîdora terorê’ ye.

Oktay diyar kir ku Tirkiye hem li sînorên Iraqê hem jî li yên Sûriyê li hember ti geşedanekê xemsar namîne û ji bo dewleta wan ev helwesteke bo ‘man û nemanê’ ye.

Cîgirê Serokomarê Tirk bi sedema ku alîkariya leşkerî dide hêzên Kurd li Sûriyê rexne li Amerîkayê jî girt û got, “Em dixwazin Amerîkayeke ku piştgiriyê dide me û hurmetê ji têkoşîna me ya terorê re nîşan dide bibînin.”

Oktay tekez kir ku Tirkiyê ji bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê hemû amadekariyên xwe kirine û got, “Em dê navika xwe bixwe bibirin.”

Parve bike: