TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye li Efrînê ketiye dû asawarên dîrokî

Admin L
Nivîskar
📅 23 hezîran 2020 15:22

PeyamaKurd - Li 3ê girên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Çekdarên grûpa el Cebhe el Şamiye ya opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ketine dû asewarên dîrokî. 500 darên zeytûnan ên cotyarên gundê Erindê ji ber kolandin û lêgerînê hatine hilkişandin.

Çalakvanên Herêma Efrînê dibêjin, tevahiya cihên şûnwarî li herêma Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên talankirin.

Çekdarên grûpa el Cebhe el Şamiye ya opozisyona Sûriyê ku girêdayî Enqerê ne, li 3ê girên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li pê asewaran digere û ji encama kolan û vedana wan cihên şûnwarî, bi sedan darzeytûnên cotyarên herêmê jî hatine hilkirin.

Grûpa navborî, li hersê gundên Erindê ser bi nahiyeya Şiyê, Kaxurê û Şîtka ser bi nahiyea Mabata û herwiha li devera Ziravkê li pê şûnwaran digerin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, çekdarên el Cebhe el Şamiye ji 5ê Mijdara 2019an  ve Girê Erindê dikolin û çekdar traks û amûrên giran bikar tînin. Bi sedema kolanê, gir bi temamî hatiye jinavbirin û 500 darzeytûn jî li derdora gir hatine hikirin

Herwiha heman çekdar, li devera Bîrê Gir ku di navbera herdu gundên Kaxur û Şîtka de ye jî, ji 15ê Adara 2020ê ve dikolin.

Parve bike: