Kurdistan
Tirkiye li Efrînê sûbeya PTTê vedike
Peyamakurd - Dezgeha poste, kargo û bankevaniyê ya dewleta tirk li Efrînê jî şûbeyeke xwe vedike.
PTTê beriya niha li bajar û bajarokên Sûriyê yên wekî, Ezez, Cerablûs, Bab, Mare û Çobanbey ku bi operasyona Mertala Firatê ketibûn jêr kontrola artêşa Tirkiyê şaxên xwe vekiribûn.
Hat ragihandin, PTT li bajarê Efrînê ku di Adara 2018an de bi operasyona Tirkiyê hatibû kontrolkirin jî şaxekî xwe vedike û xebatên vekirinê bidawî bûne.
PTT dê li Efrînê xizmeta poste, banke û lojîstîkî bike.