TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye li Iraq û Kurdistanê 4 konsûlxaneyên nû vedike

Admin S
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2019 15:30

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ragihand ku Tirkiye amadekariyên vekirina 4 konsûlxaneyên nû li Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Hamî Aksoy ragihand ku amadekarî tên kirin ku konsûlxaneyên bajarên; Mûsil, Basra, Kerkûk û Necefê werin vekirin.

Aksoy got, “Em îsal plan dikin konsûlxaneyên xwe yên li Mûsil, Basra, Kerkûk û Necefê ji nû ve vekin. Bi vî awayî dê nêzîkatiya me ya bo hemû herêmên Iraqê ya hembêzkirinê berdewam bike.”

 

Parve bike: