Kurdistan
Tirkiye li ser sînorê Ûrmiye û Colemergê dîwar lê dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Tirkiye di navbera bajarê Bakurê Kurdistanê Colemêrg û bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyê de dîwarekî sînorî ava dike.
Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbik li ser lêkirina dîwarê sînorî got ku ev dîwar ti bandoreke xerab li ser dostaniya navbera herdu aliyan nake û diyar kir: “Armanca avakirina dîwar ew e ku aramiyê bê navçeyên sînorî û rê li ber terorê û bazirganiya ne yasayî were girtin.”
Hat zanîn ku qeymeqamê Urmiyê û parêzgarê Colemêrgê roja Çarşemê li Urmiyê 51emîn civîna hevbeş ya sînorî encam dane û rêkeftineke çend xalî bo zêdekirina asayîşa sînoran xwe îmze kirine.
Li gorî wê rêkeftinê jî dê herdu alî hemahengî û hevkariya hev bikin bo bikaribin rê li ber çalakiyên çekdarî û bazirganên qaçaxî bigirin.