Kurdistan
Tirkiye: Me li Sûriyê du balafirên bêmirov xistin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku balafirên wan ên F16 bi hinceta qada esmanî ya Tirkiyê dabezandine, 2 balafirên bêmirov li nav sînorê Sûriyê rojayê bajarê Kilîsê xistine.
Li gor daxuyaniya wezaretê bûyer 28ê Îlonê qewimî ye û wan balafirên bêmirov 6 caran qada esmanî ya Tirkiyê dabezandine û piştre jî ji aliyê F16an ve li herêma Mertala Firatê û rojavayê Kilîsê hatine xistin.
Di daxuyaniya MSBê de hatiye gotin ku nehatiye tesbîtkirin bê ew balafirên bêmirov yên kî ne û ji aliyê hêzên wan ên cendermeyan ve balafirên ketî hatine dîtin.