TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye naveroka hevdîtina Barzanî û Erdogan askera kir

Admin M
Nivîskar
📅 22 hezîran 2019 02:19

PeyamaKurd- Serokê nû yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo seredaneka fermî îro hatibû Îstenbolê û bi serokê Tirkiyê bi Recep Tayip Erdoğan re 1 siet û 30 deqe hevdîtin kiribû. Hevdîtina her dû kesan bo çapemeniyê girtîbû. Hevdîtina her du serokan li Saray a Dolmabahçe çêbû û encama civînê ji aliyê serokatiya Tirkiyê de weha hat ragihandin:

“ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hilbijartina bo serokatiya Kurdistanê pîroz kiriye û temenniya avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê kiriye. Di civînê de temenniya  pêşdebirina têkiliyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê hatiye kirin. Erdoğan piştgiriya diyalogên navbera Bexda û Hewlêrê kiriye û razîbûna xwe aniye ziman.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Erdoğan kiriye û behsa girîngiya têkiliyên navbera her dû welatan kiriye û pêşdebirina bazirganiya her dû aliyan kirine armanca xwe. Di hevdîtina Îstenbolê ya îro de her dû rex li ser mijarên herêmê yên siyasî û ewlekarî, vejîna İŞİDê ji nûh de, herêmên ku ji rêxistinê hatine rizgarkirin, aramî û hûzûra herêmên ku ji destê rêxistinê derketine, temîna ewlekariya wan û vegerandina koçberan bo malên wan û li ser mijarên weka wan tatiye axavtin.”

Parve bike: