TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Tirkiye ne bi viyana me li Efrînê ye, ji binpêkirina her mafekî berpirsiyar e"

📅 08 nîsan 2018 05:11

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro got: "Binpêkirina her mafekî li Efrînê were encamdan dewleta Tirkiyê  berpirsiyar e.

 Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa Efrînê de nêrînên xwe parve kir: .

Ibrahîm Biro anî ziman ku berî artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê bikevin nav Efrînê li bajêr, ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelek malbat ji wê herêmê derketine û herwiha ji deverên din ên Sûriyê pêkhateyên din çûne Efrînê û demografî hatiye guhertin.

Biro da zanîn ku piştî êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ziyaneke gelek mezin li herêma Efrînê çêbûye û wan weke ENKS, rewşa mirovî ya bajarê Efrînê digel berpirsên Amerîkî û Birîtanî gotûbêj kiriye, û daxwaz ji wan welatan dikin ku li himberî binpêkirina her mafekî bê deng nemînin.

Biro, ji bo rewşa niha got: “Çi tiştek an jî ziyanek li Efrînê bibe Tirkiyê  berpirsiyar e. Em li her derê vê yekê dibêjin û me gotiye. Îro ne em li Efrînê ne, hêzên dewleta Tirkiyê û grûpên girêdayî wê li Efrînê ne lewma ji her ziyanekê bigihêje xelkê Efrînê em dixin stûyê hikûmeta Tirkiyê. Çi belgeyên dikevin  di dest me de em hem digihînin dewletên cîhanî û hem jî dewlata Tirkiyê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ibrahîm Biro wiha ifade kir, ew ji ber metirsiya guhertina demografiyê dixwazin xelkê Efrîn di zûtirîn demê de vegerin ser mal û milkên xwe rê nedin ti kesekî biyanî bo rûnin ser malên, gundên wan û karûbarên wan.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê tekez kir ku çi hêza biyanî ye divê ji Efrînê derbikeve û artêşa Tirkiyê jî ne ser viyana wan çûye Efrînê.

Biro herwiha amaje bi wê yekê kir ku dema Kurd bûn desthilatdar divê berpirsên TEV-DEMê ji ber kiryarên xwe bêne dadgehkirin.

Parve bike: