Kurdistan
Tirkiye Seladz û Dêrelûkê bombebaran dike
PeyamaKurd - Balafirên Tirkiyê sînorê herdu nahiyeyên Şêladzê û Dêrelûkê yên li Herêma Kurdistanê ne, bombebaran dikin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî yên li navçeyê ragihand, balafirên şer yên Tirkiyê, li esmanê herdu nahiyeyên Şeladz û Dêrelûkê difirin û hin cihan bombebaran dikin.
Derbarê zirarên bombebaranê de hê ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Herwiha rayedarên fermî yên herêmê di derbarê bombebaranê de ti daxuyanî nedane.