TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve gundewarên Til Temirê topbaran kirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 tebax 2021 15:31

PeyamaKurd – Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, gundewarên Til Temirê topbaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên gundên nêzîkî sengerên şer, koçber bûn.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Aram Hena diyar kir, Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, bi çekên giran dest bi topbaranê kirin û ziyaneke mezin gîhandin malên welatiyan.

Herwiha Aram Hena da zanîn, hêzên wan bersiva wê êrîşê dan û daxwaz ji Rûsyayê kir, da ku li hember topbaranên Tirkiyê bê helwest nemîne.

Parve bike: