Tirkmen li dijî cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê derketin!
PeyamaKurd – Hin partî û derdorên Tirkmen ên Kerkûkê li dijî cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê ne.
Partiyên Tirkmen û derdorên wan ên li Kerkûkê ku pêr li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xistin, diyar kirin ew li dijî cîbicîkirina maddeya 140an in û ji hêzên Iraqê xwestine lihevkirineke veşartî bikin.
Daxwaza şerê navxweyî ji Tirkmenan
Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hasan Turan da zanîn, bi pêkanîna maddeya 140î pirsgirêka Kerkûkê çareser nabe û wiha got: “Em li dijî wê yekê ne ku di rewşek ku Tirkmen ne amade ne, ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve madeya 140an were rojevê. Ev xal beriya niha ji rojevê hatibû derxistin û pêkanîna wê têk çûbû.”
Turan herwiha daxuyanî da û îdia kir, raporên navneteweyî hene ku heke ev madde were tetbîqkirin wê li bajêr şerekî navxweyî derkeve.
Madeya 140 a Destûra Iraqê diyar dike, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wê bi referandomê ve girêdayî Hewlêrê yan Bexdayê bin.