Kurdistan
Trên traktorê kir du cî
PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêtê li gundê Hankedî yê ser rêya navbera Meletiyê û Xarpête trên li traktöre xist û traktöre kir du cî. Ajotvanê traktorê Sedat Gür di dema di ser rêya trênê de bê kontrol û bê ruxsata traktorê derbas dibû, trêna barkirî lê xist.
Tarktor bû du cî lê ajotvanê traktorê Sedat Gür giran birîndar bû. Tîmên tenduristiyê yên 112 ê çûn ciyê qezayê û birîndar Sedat Gür bi ambûlansê birin nexweşxanê. Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan li ciyê bûyerê lêkolîn dikin. Hat ragihandin ku xwediyê traktorê hêj nû traktorê kiriye.