Kurdistan
Tuncer Bakırhan li nexweşxanê seredana Mehdî Zana kir
PeyamaKurd – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan li Amedê seredana şaredarê berê yê Amedê, siyasetmedar û nivîskar Mehdi Zana kir. Mehdî Zana demekiye li nexweşxaneyekî taybet ya Amedê, di beşa hûrlênêrê de ye û rewşa wî hinek giran e.
Bakırhan daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de da û got ku seredana Mehdî Zana kiriye û li ser rewşa wî agahiyan sitendiye. Bakırhan got:
“Mehdî Zana di dîroka Kurdan de, di wextên herî zahmet de têkoşînê daye û kesekî ku bedel daye. Ez daxwaz dikim ku di wextekî kurt de tenduristiya wî baş bibe û dagere nava me. Ji Mehdî Zana re şîfayê dixwazim.”