TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tup a xazê teqiya û 6 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 03:01

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecîkê li taxa Xoce Şerîfê li kolana Şaşo Ahmedê li malekî di wexta li ser tupê xwarin çêdikirin, tup teqiya û 6 ferdên malê birîndar bûn. Agir bi xanî ket û tîmên agirvemirandinê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin.

Ji heman malbatê İslim (30), Yüksel (58), Esma (22), Kübra (6), Yüksel (8) û Yakup Asaf Aslan (3) birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên 112 ê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bîrecîkê.

Parve bike: