TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ukrayna: Artêsa Rûsya berî vekise gorên komî û sivîlên înfazkirî li pey xwes histin

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2022 14:01

PeyamaKurd – Êrîşa artêşa Rûsyayê ya ku 24ê sibatê li ser Ukraynayê dest pê kiribû, tevî danûstandinên aştiyê yên herdu aliyan jî berdewam dike û li gorî zanyariyan Rûsya ji derdora paytext Kîevê vekişiyaye û li pişt xwe jî gelek sivîlên hatine înfazkirin hiştine.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, dema artêşa Rûsya ji bajarên derdora Kîevê vekişiyaye anku li hember berxwedana artêşa Ukraynayê neçar maye vekişe, li kuçeyan termên gelek sivîlên hatine înfazkirin hiştine.

Berpirsên Ukraynayê dibêjin, termên gelek sivîlên ku destê wan ji paşve hatine girêdan li kuçeyan hatine hiştin û herwiha gorên komî yên 280 welatîyên hatine înfazkirin hatine dîtin.

Parve bike: