TR KU SO
FB X
Kurdistan

Umîd Xosnaw bi wezîrê gestûguzariyê yê Kibrisê re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2022 02:14

PeyamaKurd – Parêzgerê payîtexta Herêma Kurdistanê yê Hewlêrê Umîd Xoşnaw bi sedema 1 em Fûara Mezopotamyayê ya Tûrîzm û Gastronomiyê seredana Diyarbekirê kir û li Diyarbekirê bi cîgirê serokwezîr û hem wezîrê Tûrîzm û Hawirdoriyê yê Kıbrısê Fikri Ataoğlu re hevdîtinekî kir.

Xoşnaw di hevdîtinê de silavên hukumeta Herêma Kurdistanê û xelkê herêmê li ser navê wan gihand wezîr û hem ji wezîrê Kıbrısê û xwest ku di navbera her dû welatan de têkiliyên di babetên cuda de bên danîn.

Wezîr Ataoğlu jî ragihand ku ew jî dixwazin bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên baş deynin û bimeşînin. Parêzger Xoşnaw albuma ku rêvebiriya Hewlêrê ya geştûguzariyê û Oda Bazirganiyê ya Hewlêrê bi hevre amade kiribûn diyariyê wezîr Ataoğlu kir.

Parve bike: