UNAMI: Dem hatiye aliyên siyasî berpirsiyariyê bigrin ser milê xwe
PeyamaKurd – Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) ji bo derbasbûna salekê di ser hilbijartinên Parlametoya Iraqê re daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Dema wê hatiye ku aliyên siyasî berpirsiyariyê bigrin ser milê xwe û gotinên xwe bi kiryaran ve girê bidin.”
Li gor Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê îro Duşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Iraqî beriya salekê çûne ser sindoqên dengdanê, bi hêviya ku paşerojeke nû ji welatê xwe re xêz bikin, hilbijartin bi dijwariyeke mezin hatin kirin ku di encama fişara xelkê de hat encamdan ku xwepêşandan li seranserê welat kirin û tê de çend sed xortên Îraqî hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Lê mixabin ev pêngava demokratîk, siyasetên dubendîyê li pişt wê hatin û bêhêviyeke tal û giştî peyda kir.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Îro dema Iraqê zêde nemaye. Krîza demdirêj nîşana bêîstiqrariyê dide û bûyerên dawiyê jî nîşana wê ye ku metirsiyê li ser jiyana welatiyan heye. Ji bo wê gelekî girîng e budceya sala 2023an beriya dawiya salê were pesendkirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di hefte û mehên borî de hewlên bibiryar ji bo aramiya siyasî ji aliyê hemû aliyan ve hatin kirin, lê tu encamek derneket û niha dem hatiye ku çîna siyasî berpirsyariyê hilgire û gotinên xwe bi kiryaran ve girê bide.”
Herî dawî di daxuyaniyê de hat diyarkirin, divê hemû alî bê şert û merc diyalogê bikin û li hev bikin û hikûmeteke xwedî desthilatên tam û bibandor ava bikin.