TR KU SO
FB X
Kurdistan

UNICEF ji bo stasyona avê ya Elokê kete tevgerê

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2026 17:04

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 3yê Hezîranê şandeke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) ji bo şopandin û vekolîna rewşa dawî ya westgeha avê ya Elokê, ji Şamê gihîşt herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê.

Rêveberiya Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê da xuyakirin ku ev serdan bi armanca şopandina rasterast ya qonaxên çêkirin û nûkirina stasyona avê ye ku li herêmê zêdetirî milyonan kes jê sûdê werdigrin.

Hêjayî gotinê ye, di dema şerê navxwe de gelek caran Stasyona Avê ya Elokê rastî êrîşan dihat û ziyan gihîştibûyê. Ew navenda avê ji bo dabînkirina ava herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Parve bike: