TR KU SO
FB X
Kurdistan

UNITAD: DAIS li Mûsilê Gaza Xerdelê ya kîmyewî bi kar aniye!

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 nîsan 2022 19:37

PeyamaKurd- Tîma Lêkolînên Navdewletî yên Tawanên DAIŞê (UNITAD) encama lêkolînên xwe yên li ser tawanên DAIŞê eşkere kir.

Li gorî lêkolînê, DAIŞê li Mûsilê çekên kîmweyî bi kar aniye. Bi berdewamî hat gotin ku ev yek tawana şer e û pîvana hovîtiyê ye.

Serokê UNITADê Christian Richard di daxuyaniyê de bal kişand ser cureya çekên kîmyewî û da zanîn ku DAIŞê di dema dagirkirina Mûsilê de bi taybetî Gaza Xerdelê li dijî niştecihan bi kar aniye.

Christian Richard ragihand ku armanca wan komkirina delîlan e û li ser van delîlan jî vekirina dozan e da ku serkirdeyên DAIŞê bi dozên jenosîdê werin darizandin.

 

Parve bike: